Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 28 jin û zarokek kuştine. Mêran, herî kêm 5 mêrên ku li gel jinan bûne jî kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 54 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 13 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Tîrmehê de 64 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di heft mehên destpêkê ên sala 2026an de 170 jin kuştine.
Saziyên çapemeniyê di meha Tîrmehê de ji bo mirinên 39 jinan û 8 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên
tûndkariya mêran
yên bianetê
bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Antalya (3), Aydin (3), Êlih (1), Bilecik (1), Burdur (2), Bursa (1), Eskişehir (2), Colemêrg (1), Isparta (2), Stenbol (4), Kastamonu (1), Kutahya (1), Meletî (2), Manisa (2), Mêrdin (1), Mersin (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (2), Sinop (1), Riha (1), Uşak (1), Zonguldak (2).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Dîlok (1), Mereş (1), Mêrdin (2), Tokat (1), Riha (1), Wan (2).
Daneyên Tundkariya Mêran 2024-2026
Di heft mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran
, 170 jin kuştine, tacîz li 111 jinan kiriye, 147 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 324 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 776 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 306 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê ên sala 2025an de mêran
, 177 jin kuştine, tacîz li 127 jinan kiriye, 148 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 414 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 764 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 264 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 35 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê ên sala 2024an de mêran,
218 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 91 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 335 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 230 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 177 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 28 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 32 bû.
Jinên ku mêran ew di Tîrmehê de kuştin
Aysel B., Azize Tekin, BEdriye K., Bilge B., Çisem Çalkantı, Dursuniye Ö., Emine D., Emine G., Emine Kürekçi, Esmanur Ö., Gülay Polat, Gülseven Doğu, Hatice G., Hatice Mine K., Hülya E., Kübra D., Leyla Ö., Naciye B., Özlem Yıldız, Ö.K.O, Saime K., Semra Yılmaz, Sergül Ş., Sevil Işıktekin, Sultan Gürelk G., Tutku Burcu Köseoğlu, Türkan Gökkaya, Yüksel Uçar.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Adana (2), Ankara (2), Dîlok (3), Antalya (2), Bedlîs (1), Bursa (1), Duzce (2), Isparta (1), İstanbul (3), Karabuk (1), Kilis (1), Kırklareli (1), Konya (2), Manisa (1), Muğla (1), Ordu (1), Riha (2), Yalova (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 12 jin kuştin e. Mêran du jin ji ber hesûdiyê kuştiye.
Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 14 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 20 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 6 jin kuştine. Jinekê zavayê wê û jinekê jî cîranê wê ew kuştiye.
Mêran 20 jin li nava malan, 8 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 14 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 8 jin kuştine. Mêran sê jin bi fetisandinê û jinekê jî bi lêdanê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 27 faîl hebûn ku jin kuştine. 23 faîl hatin girtin û faîlek revî û sê faîlan xwe kuştin.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm zarokek kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 5 bû. Bavê zarokê ew kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Kirklarelî
Navên zarokên ku mêran ew kuştine