Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro li Beştepeyê Qesra Serokkomariyê bi Serokkomar Tayîp Erdogan re di seat 16:00an de hevdîtinê pêk bînin.
Qanûna Çarçoveyê ji bo pesendkirinê ji Erdogan re hat şandin
12 Tebax 2026
Pêşnûmeya bi sernava "
Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî
" ya weke “
qanûna çarçoveyî
” tê zanîn ji bo erêkirinê di 12ê Tebaxê de pêşkeşî Erdogan hatibû kirin.
Di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî a Parlamentoyê di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
(AY)