Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser strana herî dawî ya Mabel Matiz a bi navê “Ha Leylim” lêpirsîn da destpêkirin.

Agahiya lêpirsînê du roj piştî ku Mabel Matiz stran û klîb weşand hat.

Dozgeriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Her weha dozgeriyê îdîa kir ku vîdeo klîb û gotinên stranê sûcê "mistehceniyê" pêk tînin û ragihand ku lêpirsîn daye destpêkirin.

Stran û klîba belavbûyî ev bû:

Ji ber satrana "Perperişan" hate darizandin û beraat kir

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo strana Mabel Matiz a bi navê “Perperişan” ku di Îlona 2025an de belav bûbû jî bi heman îdîayê lêpirsîn vekiribû.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî bi hinceta ku “li dijî aramiya giştî û tenduristiya giştî ye” xwestibû bê astengkirin. Dadweriya cezê û aştiyê ya nobedar a Enqereyê ji bo stranê biryara astengkirinê dabû û sansur kiribû.

Lêpirsîna ku li Mabel Matiz hatibû vekirin paşê veguherîbû dozê. Hunermend li 54emîn Dadgeha Cezayê Eslîyeyê a Stenbolê hate darizandin û beraat kir.

Mabel Matiz xelata xwe diyarî LGBTI+yan kiriye

14 Hezîran 2023

(HA/AY)